25 Tebax 2016•Rojanekirin: 25 Tebax 2016
NEW YORK
Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) û hikûmeta Kolombiyayê peymana aştiyê ya ku dawî li şerê 52 salî tîne û wekî peymaneke "dîrokî" tê pênasekirin li Kubayê îmze kirin.
Hat ragihandin ku mizakereyên aştiyê yên ku ji Mijdara 2012an vir da li Havanaya paytexta Kubayê di navbera hikûmet û FARCê da 4 sal in berdewam in, gihan rêkeftina dawîn.
Li ser navê delegasyona Kolombiyayê Humberto de la Calle û li ser navê FARCê jî Ivan Marquez îmze avêtin peymana ku di encama hevdîtinên li Kubayê da hat qebûlkirin.
Layenan di daxuyaniya xwe ya hevpar a piştî îmzeavêtinê da wiha gotin, "Em radigihînin ku hikûmeta Kolombiyayê û FARC gihan rêkeftineke nîhaî, têkûz û teqez."
Humberto de la Calle di daxuyaniya xwe ya paşê da wiha got, "Em gihan amanca xwe."
Hat gotin ku piştî vê peymana dîrokî, layenên di dawiya îlonê da an jî di serê cotmehê da dîsa hevdîtineke dawîn pêk bînin.
Piştî mizakereyan lihevkirin çêbû û 23 protokol di navbera her du aliyan da heye.
Piştî van geşedanan li bendê ne ku mîsyoneke Neteweyên Yekbûyî pêvajoya aştiyê ya navbera Hikûmeta Kolombiyayê û FARCê kontrol bike. Li gor lihevkirinê ji Civatên Welatên Karayîpê (CELAC) û Amerîkaya Latîn çavdêrên bêçek wê werin çavdêriyê bikin.
FARC ji aliyê Amerîka û Yekîtiya Ewropayê va rêxistina terorê tê qebûlkirin û wextekî hejmara milîtanên wê derketibû 17 hezar kesan, herî dawî 7 hezar milîtanên wê hebûn. Li welêt 52 salan pevçûnên biçek dewam kir û di encamê da 220 hezaran zêdetir kes mirin, 6 milyon kes ji cih û warên xwe bûn.
Obama, Serokê Dewletê Santos pîroz kir
Qesra Spî daxuyaniya nivîskî da û got ku Serokê Amerîkayê Barack Obama ji Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos ra têlefon vekir û ji bo lihevkirina aştiyê ew pîroz kir.