12 Hezîran 2017•Rojanekirin: 13 Hezîran 2017
PRİŞTÎNE
Piştî hilbijartina giştî ya li Kosovayê jimartina dengan ji sedî 90 temam bû. Li gorî encamên ne fermî PANa ku ji îtîfaqa Partiya Demokratîk a Kosovayê (PDK), Ji bo Pêşeroja Kosovayê Îtîfaq (AAK) û Ji bo Kosovayê Teşebbus (NÎSMA) pêk tê, ji sedî 34,65 ray girtin, serfiraziya xwe îlan kir.
Li gorî encamên ne fermî yên ku Komisyona Hilbijartinê yê Kosovayê (KQZ) îlan kir, PANa ku ji sedî 34,65 ray girt ket pêşiya îttifaq û partiyên siyasî yên din.
Li gorî encamên hilbijartinê yên ne fermî di rêza duyemîn de bi ji sedî 26,59 rayan Tevgera Biryara Xwe Tu Bigre, di rêza sêyemîn de bi ji sedî 25,82 rayan Yekitiya Demokratîk a Kosovayê (LDK) cih digre û pişt re jî Îtîfaka Kosova ya Nû (AKR) û îtîfaka Partiya Alternatîf tê. Her wiha Lîsteya Sirp jî ji sedî 5,6 ray girtin.
Piştî ku encam kêmzêde diyar bû, li paytext Priştînayê alîgirên îttîfaqa PANê û Tevgera Biryara Xwe Tu Bigre ku bê îttîfaq tevlî hilbijartinê bûn, derketin kolanan û encam pîroz kir.