İbrahim Atmaca
26 Hezîran 2018•Rojanekirin: 27 Hezîran 2018
ANKARA
Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Akşener ji bona daxuyaniya Muharrem Înce ku gotibû 'Partiyên mixalefetê li gor texmînan kêm ray wergirtin' wiha got: "CHPya sed salî ji sedî 22, MHPya 50 salî ji sedî 11, AK Partiyê ji sedî 41 û HDPyê ji sedî 11 ray wergirt. Partiya ÎYÎ jî ku 8 mehî ye ji sedî 10 ray wergirt. Ji ber vê jî ez gotin û fikrên Înce rast nabînim."
Akşenerê li navenda giştî ya partiya xwe piştî ku bi parlamenterên nû hatin hilbijartin û endamên Lijneya Îdareya Giştî ra civîn kir, daxuyanî da rojnamegeran.
Meral Akşenerê diyar kir ku wê ji endamên Lijneya Îdareya Giştî ya partiyê û ji parlamenteran xwest ku encamên hilbijartinê binirxînin û nexşerêyekê çêkin û ew ê jî li gor vê biryarê hereket bike.
Akşenerê wiha got, "Biryara Lijneya Îdareya me ya Giştî ku organa herî rayedar ê partiya me ye, di nav şert û mercên dijwar û bêderfetiyê da ev encam hildaye û ev encam jî hêviya welatê me û miletê me ya ji bo paşerojê zêde dike. Lijneya Îdareya me ya Giştî bi awayekî xurt destnîşan kiriye û piştgirî daye ku ÎYÎ Partî bi serokatiya min dewam bike."
Akşener ji bona daxuyaniya Muharrem Înce ku gotibû 'Partiyên mixalefetê li gor texmînan kêm ray wergirtin' wiha got: "CHPya sed salî ji sedî 22, MHPya 50 salî ji sedî 11, AK Partiyê ji sedî 41 û HDPyê ji sedî 11 ray wergirt. Partiya ÎYÎ jî ku 8 mehî ye ji sedî 10 ray wergirt. Ji ber vê jî ez gotin û fikrên Înce rast nabînim."