Haydar Şahin
31 Adar 2018•Rojanekirin: 01 Nîsan 2018
BEYRÛT
Hat ragihadin ku teyareyeke bêmirov a Îsraîlê li herêma başûrê Libnanê ket xwarê.
Li gor xebera NNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Libnanê, hat ragihandin ku teyareyeke bêmirov a Îsraîlê ya ji bo keşfê li ser Baraşît û Beyt Yahuna bajarokên li başûrê Libnanê difirî ket xwarê.
Wêneyên teyareya bêmirov a ku li ser nivîsên îbranîkî hene di hin saziyên medyayê yên herêmî da hatin weşandin.
Libnanê berê jî çend caran giliyê Konseya Ewlekariyê ya neteweyên Yekbûyî kiribû ku Îsraîlê qada hewayê ya wan îxlal dike.