MÛŞ
Li Deşta Mûşê îsal baran zehf barî cotkar ji ber bereketê kêfxweş in. Piştî ku hewa germ bû, li Deşta Mûşê çinîna giya jî dest pê kir.
Abdurrahman Barlikê (63) ku li beldeya Karaagacê cotkariyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku îsal li Mûşê û dorberê Mûşê baran zehf barî.
Barlik diyar kir ku piştî 40 salan îsal bereketa Xwedê heye.
Vahdettîn Toktaş jî destnîşan kir ku li Deşta Mûşê îsal dirûn û çinîna giya zû dest pê kir û wiha dewam kir: "Ji ber ku giya zehf e, dirûn û çinîna giya zehmet e. Şafta makîneya çinînê dixitime û divê em carna paqij bikin. Îsal baran zehf barî û tirsa me nema. Ji ber ku hewa li deştê zû germ bû, kar û bar jî zû dest pê kirin."