04 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2015
QAHIRE
Hat ragihandin li Qahireya paytexta Misrê bi molotofkokteylê ve êrîş birin ser qlûbeka şevê û 16 kes di êrîşê de mirin.
Li herêma Acûzeya rojavayê Qahireyê dikeve bi molotofkokteylê êrîş birin ser qlûbeka şevê.
Wezareta Karên Hundir a Misrê der heqê bûyerê de daxuyanî weşand û diyar kir ku xebatkarên qlûbê û komeke ciwan pevçûne û ji ber vê jî du ciwanana bi molotofkokteylê ve êrîşî ser qlûbê kirin. Ji ber êrîşê agir bi qlûbê ket û 16 kes mirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku şêweya êrîşkaran hat tespîtkirin lê heta niha tu kes nehat girtin.
Li Acûza herêma Qahireyê ser Kolana Haremê bi sedan qlûbên şevê û cihên kêfê hene. Li Misrê ji ber ku roja înê betlaneya fermî ye qlûbên li herêmê heta serê sibehê vekirî dimînin.