QAHÎRE
Yekîtiya Hekîmên Misrê, li navenda xwe ya Qahîreyê civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevkê çapemeniyê yê yekitiyê Ahmed Lutfî diyar kir ji ber ku Muhafizên Komarê li qada Rabîat’ûl Adewîyeyê gule barandin ser gel, 2ê wê hekîm, bi tevahî 84 kes mirin, 7ê wê hekîm ji hezarî zêdetir jî birîndar hene.
Sekreterê Giştî yê Yekîtiyê Cemal Abdusselam, di civîna çapemeniyê de got: "Derbarê bûyerê de agahiyên berevajî hevdu hatine dayîn. Em ê wek yekitî agahiyên teqez û rast bidin. 84 kes mirine û ji hezarî zêdetir jî birîndar hene. Rewşa hin bîrîndaran jî giran e."
Duh dema ku gel li ber Biryargeha Muhafizên Komarê nimêja înê dikir, muhafizan gule reşandin ser wan. Piştî vê bûyerê hatibû diyarkirin ku 53 kes mirine, 322 kes jî birîndar bûne.