Fatih Gazioğlu
13 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2018
QAHIRE
Li Qahîreya paytextê Misrê nêzî Balafirgeha Navneteweyî şewat derket. Şewat piştî demekê hat vemirandin.
Li gor nûçeya televîzyona Misrê ya dewletê, şewat nêzî balafirgehê di depoyeke sotemeniyê ya şîrketeke taybet de derket.
Berdevkê Wezareta Esmangeriyê ya Sivîl Basim Ebdulkerîm daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê got teqîn ji balafirgehê dûr çêbûye û trafîka hewayê niha normal dewam dike.
Serokê Holdînga Esmangeriyê û Balafirgehan Muhammed Seîd Mexrus jî got ku wan ji ber ewlwhiyê hin sefer betal kirine û di bûyerê da tu zirar çênebûye.