Abdullah Tel
13 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2018
BOGOTA
Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro diyar kir ku Amerîka ji bo berê Venezuela û Kolombiyayê bide hev li ser sînorê herdu welatan amadehiya provakasyonê dike.
Li gor nûçeya RCNya saziya medyayê ya Kolombiyayê Maduroyê bi fermandarên welatên xwe ra civiya û got: "Min ev gelek caran got û dîsa bibîr dixim. Emperyalîzma Amerîkan a Bakur li ser sînorê Venezuela û Kolombiyayê ji bo ku berê herdu welatan bi çekdarî bide hev amadehiya provakasyonê dike."
Maduro destnîşan kir ku ji ser sînor derbasbûna komên paramîlîter tê dîtin û ji artêşê xwest ku tevdîrên xwe hildin û wiha pê da çû: "Li hemberî delîlên sixte yên olîgarşiya Bogotaya sûcdar û dexes ku hemû talîmatan ji Washingtonê distîne, hişyar bin û hay ji xwe hebin."
Di navbera Venezuela û Kolombiyayê da 2 hezar û 200 kîlometre sînor heye, ev sînor ji Nîvgirava Guajirayê dest pê dike û heta herêma Amazonê dewam dike.
Di du salên dawîn da ji ber ku eskerên Venezuelayê li ser sînor rêzik binpê kirin çend caran di navbera herdu welatan da pirsgirêk derketin û ew mesele her carê bi rêya dîplomasiyê hatin çareserkirin.