Türkan Tosun
12 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2018
BRUKSEL
Civîna NATOyê ya li Bruksela paytextê Belçîkayê di roja xwe ya duyem de dewam dike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di civînê da axivî û got: "Li gor du roj berê, NATOyeke hê xurttir heye."
- "Ez dikarim vê bikim, lê ne hewce ye"
Trump der barê îhtimala bêyî pesendkirina Senatoyê ew dikare Amerîkayê ji NATOyê derxe da wiha got: "Ez dikarim vê bikim, lê ne hewce ye."
Trump anî ziman NATO ji Amerîkayê zêdetir alîkariya Ewropayê dike.
- "Bila Yekîtiya Ewropayê zehf baldar be"
Der barê hevdîtina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn da jî Trump wiha got: "Serokên NATOyê ji bo ku ezê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn ra hevdîtinê bikim, spasiya min kirin."
Trump bal kişande koçberiya ber bi Ewropayê û wiha axivî: "Bila Yekîtiya Ewropayê zehf baldar be. Ewropa dikeve bin dorpêça koçberiyê."