ÎSTANBÛL
AAyê "wêneyên ku sûcên şer yên ku rejima Esed kiribûn îspat dikin" anî rojeva cîhanê, lê bal kişand ku çapemeniya Kendavê bi wêneyan re eleqedar nebû.
Lêkolînerê siyasî yê pisporê Sûriyeyê Basîl Haffar der barê mijarê de daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir wêneyên ku sûcên şer yên ku rejima Esed kiribûn îspat dikin, di tevahiyê de di nav ereban de bi taybetî jî li çapemeniya Kendavê eleqeyek mezin nedît û bal nekişand.
Haffar got ku hin sedemên vê bêeleqebûnê hene û wiha axivî: "Wêne li welatên Kendavê di siyaset û çapemeniyê de eleqeya ku heq dikir, nedît. Yek ji sedemên herî girîng yê vê yekê jî dibe ku hebûna kirinên wekî wan û tirsa ji vê yekê, be."