30 Adar 2017•Rojanekirin: 01 Nîsan 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji ber operasyona li Mûsilê dewam dike 298 hezar kes ji cî û warên xwe bûn.
Farhan Haqê Berdevkê Sekreterê Gişkî yê NYyê di civîna çapemeniyê da got ji ber operasyona ku li Mûsilê hê dewam dike hejmara kesên ku ji cî û warên xwe dibin zêde dibe.
Haq destnîşan kir ku di halê hazirî da 298 hezar kes jî cî û warên xwe bûne, ji van 231 hezar kes ji Mûsila Rojavayê ne ku ji sibatê vir da lê operasyon dewam dike.
Haq destnîşan kir ku saziyên alîkariyê û NY alîkariyê didin van kesan, dest pê kirine alîkariyê ji herêmên ku ji DEAŞê hatine paqijkirin ra jî dişînin, di vê çarçoveyê da wezîfedaran xwarin, xurek, av û amûrên paqijiyê li 20 hezar kesî belav kirin.