26 Adar 2017•Rojanekirin: 27 Adar 2017
WASHINGTON
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) daxuyand ku êrîşa asîmanî ya ku di 17ê adarê da li Mûsilê hat lidarxistin û bû sedema mirina sivîlan, li ser daxwaza hêzên ewlekariya Iraqê pêk hat.
Di daxuyaniya nivîskî ya CENTCOMê da wiha hat gotin, "Li gorî lêkolîna yekemîn a der barê agahiyên êrîşên di navbera 16-23yê adarê da li ser taleba hêzên ewlekariya Iraqê di 17ê adarê da li hêla rojavayê Mûsilê li dijî şervan û alavên DEAŞê êrîş hatiye kirin û herwiha di îdia derketine holê ku di encama vê êrîşê da sivîl mirin."
Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku CENTCOM bi awayekî cidî li pey îdiayên mirina sivîlan e û wiha hat gotin, "Hedefa me timî 'sifir mirin a sivîlan' e."