25 Adar 2017•Rojanekirin: 26 Adar 2017
ŞAM
Li Hamuriyeya bajaroka li ser herêma Xutaya Rojhilatê ya Şama paytextê Sûriyeyê êrîşa esmanî hat kirin û di êrîşê da 17 sivîl hatin kuştin û 50 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ekîbên parastina sivîl hêzên rejimê li Hamuriyeya bajaroka li ser herêma Xutaya Rojhilat êrîşa esmanî kirin.

Hat diyarkirin di êrîşa esmanî da 17 sivîl hatin kuştin û 50 kes birîndar bûn.
Hat destnîşankirin di nav kesên kuştî da jin û zarok hene û yên birîndar rakirin nexweşxaneyên sehrayê.
Yekîneyên rejima Beşar Esed ev hefteyek e li taxên Cobar û Kabunê û navçe û bajarokên Xutaya Rojhilat operasyonên bejayî û esmanî dikin.