SELAHADDÎN
Hat ragihandin, piştî ku artêşa Iraqê operasyonên li ser DÎŞIyê da destpêkirin, li navçeya Amîrliyê xetereya birçîbûn û bêaviyê rû da.
Serokbajarê Selahaddînê yê Eniya Tirkmenên Iraqê Heydem Muxtaroglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku du meh in navçeya Amîrliyê di bin dorpêçkirina DÎŞIyê de ye û ji ber vê çendê jî li navçeyê stoqên xurek, av û sotemeniyê li ber qedandinê ye.
Muxtaroglu qala rewşa navçeya Amîrliyê kir û bi bîr xist ku du meh in navçe di bin dorpêçkirina DÎŞIyê de ye. Muxtaroglu got ku ji erdê ve ne pêkan e ku alîkarî bigihîje herêmê û ji ber vê çendê jî hikûmeta Iraqê ji hewa ve bi firokeyan ve alîkariya mirovahî û hêzên çekdar digihîne herêmê.
Muxtaroglu diyar kir, ji ber dorpêçkirinê roj bi roj rewş ber bi xerabûnê ve diçe û wiha dewam kir: "Li navçeyê hindik maye ku stoqên av, xurek û sotemeniyê biqedin. Gelê tirkmen bi tîbûn û birçîbûnê re rû bi rû maye. Heke ev dorpêçkirin di demeke kurt de xelas nebe, dibe ku bi sedan kes bimirin."