KERKÛK
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê êrîşa ewil li dijî avahiya ku pêşmerge tê de dimînin û li hember Mizgefta Nûrê ye hat kirin. Piştî êrîşê avahî hilweşiya û ji bo xilaskirina pêşmergeyan xebat didomin.
Li dijî Mizgefta Fetîhê û herêma Rehîmavayê jî bi destê kesên nenas ve êrîş hat kirin. Di encama her sê teqînan de li gor agahiyên ewil 15 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.