DIYALA
Hat ragihandin ku di êrîşa ku li Diyalaya bajarê Iraqê li dijî mizgefta Mûseb Bîn Ûmeyr hat kirin de hejmara miriyan xwe gihande 26an.
Waliyê Diyalayê Amîr Selman el-Mecmaî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li gundê Îmam Weys di êrîşa li dijî mizgeftê de hejmara miriyan xwe gihande 26an û di êrîşê de 36 kes jî birîndar bûn.
Mecma, wiha got: "Di hin xeberan de tê gotin ku ji 70yî zêdetir kes mirin, ev rast nîne."
Di hin televizyonan de hatibû îdiakirin ku di êrîşa li dijî mizgefta Museb Bîn Ûmeyr de ji 70yî zêdetir kes mirine.
Çavkaniyên ewlekariyê duh diyar kiribûn li gor agahiyên ewil di êrîşa dijî mizgefta Museb Bîn Umeyr de 15 kes mirin.