NEVŞEHİR
Li Nevşehirê servîsa mamosteyan û otobêseke rêwiyan li hev qelibîn. Di qezayê de 2 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn.
Otobêsa rêwiyan a ku plaqeya wê 50 ER 203 ye û nasnameya şofêrê wê hê nehat tespîtkirin ji navçeya Acigolê ber bi Nevşehirê ve diçû, ji ber mijê rê derket û derbasî rêya li hember bû.
Otobês bi servîsa mamosteyan a ku plaqeya wê 50 LE 354 e û nasnameya şofêrê wê hê nehat tespîtkirin ve qelibî.
Piştî qezayê gelek ambulans çûn cihê bûyerê. Li gor agahiyên ewil di qezayê de 2 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyan.