Nihat Kavşut
01 Mijdar 2017•Rojanekirin: 01 Mijdar 2017
NEW YORK
Li New Yorkê meşa Halloweenê ya wek "Cejna Pîrhelkan" jî tê zanîn û wek kevneşopiyek tê pîrozkirin di bin siya êrîşa terorê ya li bajêr da hat kirin.
Meşa Cejna Pîlhelkan digel êrîşa terorê ya li bajêr nehat betalkirin û di bin tevdîrên ewlehiyê da hat kirin.
Meşa 44emîn ya îsal li Manhattanê ji noqteya Kuçeya Spring û Kolana 6emîn digihêjin hev dest pê kir. Di meşê da bi hezaran kes bi maske, makyaj û cil û bergên curbecur tevlî meşê bûn.
Di meşê da ji xeynî cil û bergên lehengên xêzefîlm, fîlm û çîrokan û cil û bergên di dirûvê Donald Trumpê Serokê Dewleta DYAyê û Kim Jong-unê Serokê Koreya Bakur da jî hebûn û balê kişandin.