Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî hevdîtinên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe, çû New Yorkê.
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Nûnerê Daîmî yê NYyê yê Tirkiyeyê Halît Çevîk, Balyozê Washîngtonê Serdar Kiliç û yên din li Balafirgeha JFKyê pêşwaziya Erdogan kirin.
Erdogan dê îro li New Yorkê li Konseya Pêwendiyên Derve (CFR) axaftinekî bike.
Serokomar Erdogan dê piştî vê bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-mun ve hevdîtinekî bike û êvarê jî dê li Malatirk resepsiyonekî bide.