29 Tebax 2016•Rojanekirin: 30 Tebax 2016
OSLO
Tirkên li Norwecê li paytext Osloyê meşek li dar xistin û hem hewldana derbeyê protesto kirin û hem jî bertek nîşanî rêxistinên terorê dan.
Meşa ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Tirkan a Norwecê (NTDF) hat organîzekirin, li Meydana Youngsorgetê bi xwendina Sirûda Îstiqlalê û deqîqekî rêzgirtina ji bo şehîdan va dest pê kir.
Di meşê da car carî li hemberî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya ku hewla derbeyê kir û PKK, YPG û DAEŞê da slogan hatin berzkirin. Bêtirî 2 hezar welatiyên tirk û siyasetmedarên Norwecî û rayedarên rêxistinên civaka sivîl ên tirkan beşdarî meşê bûn.
Meş li ber avahiya parlementoya Norwecê xilas bû.
Seroka NTDFyê Hatice Elmaciogluyê di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku ew wekî tevahiya gel li dijî hewldana derbeyê ne û wiha got, "Ez FETOya ku di nava welat û dewleta me da hêlûn çêkir, şermezar dikim."