29 Tebax 2016•Rojanekirin: 31 Tebax 2016
ANKARA
Hat tesbîtkirin ku endamên PYD/YPGa rêxistina terorê li rojavayê Çemê Feratê plan û amadehiyan dike ku sivîlên sûriyeyî bikuje û çalakiyên şîdetê bike û bi van va li dijî Tirkiyê propagandayê bike.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat standin, hat tesbîtkirin ku di 8ê tebaxê da li herêma hidûdê Sûriyê ya ku dikeve navbera Nisêbîn û Murşîtpinarê gelek çek, wesaît, alav û tirên ku personel tê da ne ji rojhilat derbasî rojava bûn.
Dema ku meriv li geşedanên herêma Cerablûsê dinhêre, tê wê wateyê ku mebesta fealiyetan ku PYD/YPG taqviye dişîne Munbîçê. Hat gotin ku li xeta hidûd ya herêma Murşîtpinarê ji ber ku ji bo ewlehiyê dîwar tên çêkirin, grûbên ku ji 100-200 kesan pêk tên li Kobanê û Dirbêsiyê du roj in bi mebesta protestokirina çêkirina dîwaran xwepêşandanê jî dikin.
Di vê çarçoveyê da hat tespîtkirin ku unsûrên rêxistina terorê PYD/YPGyê bi vegotina "Tirkiye dê Rojava dagîr bike" va dixwaze pêşdaçûna Artêşa Sûriya Azad a ber bi Minbicê reş bike.
Herwisa hat tespîtkirin ku endamên PYD/YPGyê yên li rojavayê çemê Feratê li hemberî hemleya ASAyê ya ku li devera Cerablûsê bi armanca piştevaniya hêzên koalîsyonê hat lidarxistin, di hundirê avahiyan da sivîlên ji Sûriyê rehîn digirin û wesayîtên çekbarkirî li dora van avahiyan bicih dikin û van nuqteyan dikin hedefa bombardûmana hêzên bejayê û yên asîmanî. Eşkere bû ku rêxistina terorê bi vî hemleya xwe va dixwaze propagandaya "Tirkiye sivîlan qetl dike" bike û fişarê li ser raya giştî ya navneteweyî çêbike.