29 Tebax 2016•Rojanekirin: 31 Tebax 2016
BERLÎN
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê got ku şermezarkirina hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) gelekî rast û girîng e.
Merkelê di roportaja xwe ya ji bo Kanala Têlevîzyona Yekemîn a Alman ARDyê da destnîşan kir ku peywendiya wan a digel Tirkiyê muhîm e û wiha xeberda, "Heger hûn şûna ku bi hev ra qise bikin, hûn der heqê hev da qise kin, ev di dîplomasiyê da pirî caran encamên baş nade."
Merkelê got ku li Tirkiyê qewimînên cuda hene û wiha pê da çû, "Me derbe şermezar kir û ez bawer im ev rast û girîng e. Rêveberiya Tirkiyê jî mafdar e ku li benda vî ye. Bifikirin, niha em li Meclisa Federal a Alman in û heke artêşa me meclisê bombardûman ke."
Merkelê got ku tirkên li Almanyayê divê sadiqê vê dewletê bin, divê îxtilafên li Tirkiyê neynin nava Almanyayê û seba pêşketina vî welatî bixebitin.