Hat ragihandin ku firokeyên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) digel artêşa Iraqê êrîş bir ser milîtanên DÎŞIyê yên li herêma Ramadî û bajaroka Berwanayê û di êrîşan de 42 milîtanên DÎŞIyê mirin.
Fermandarê artêşa Iraqê yê herêma Enbarê Korgeneral Reşîd Felîh diyar kir ku li herêma Ramadiyê digel firokeyên şer ên Amerîkayê operasyon li dar xistin û di şer de 42 milîtanên DÎŞIyê mirin.
Serokê Meclisa Bajêr a Enbarê Sabah Kehût, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku artêşa Iraqê digel firokeyên şer ên Amerîkayê li herêma Enbar û bajaroka Bernawayê operasyon li dar xist û di şer de 42 milîtanên DÎŞIyê mirin.
Ji aliyê din ve berdevkê Nexweşxaneya Dewletê ya Fellûceyê Wîsam el-Îsewî destnîşan kir 7 sivîlên ku di êrîşên li Fellûceyê de mirin digel 13 birîndaran anîn nexweşxaneyê. Îsewî got ku cesedê miriyan şandin morgê û birîndar jî li nexweşxaneyê tên tedawîkirin.
Şerê di hezîranê de, di navbera artêşa Iraqê û DÎŞIyê de li Mûsil derket berdewam dike. Artêşa Iraqê digel firokeyên şer ên Amerîkayê êrîş dibin ser herêm û mewziyên DÎŞIyê.