İbrahim Atmaca
20 Adar 2021•Rojanekirin: 21 Adar 2021
Li Kadunaya eyaleta Nîjeryayê di êrîşên çekdar da 13 kes hatin kuştin.
Komîserê Ewlehî û Karên Navxweyî ya Kadunayê Samuel Aruwan daxuyanî da û diyar kir, kesên çekdar ên ku nasnameya wan nehat tesbîtkirin, li herêmên Zangon Kataf, Chikun û Karuyê yên eyaletê êrîş kirin.
Aruwan diyar kir ku di êrîşan da 13 kes hatin kuştin, 7 kes birîndar bûn.
Di êrîşan da 56 mal û 16 motosîklet hatin şewitandin, şêniyên herêmê ji tirsana malên xwe terikandin.
- Xebitandina motosîkletan hatibû qedexekirin
Li welêt di demên dawîn da kesên çekdar bi motosîkletan êrîş kiribûn û ji ber vê li hin eyaletan xebitandina motosîkletan hatibû qedexekirin.
Li herêmê car caran di navbera Fulaniyên ku heywandariyê dikin û hin qebîleyên ku bi cotkariyê debara xwe dikin da şer û pevçûnên dijwar dertên.
Herî dawî du roj berê kesên çekdar êrîş kiribûn û 19 kes hatibûn kuştin.
Fulaniyên ku seba çêrandina heywanên xwe koçî başûrê welêt kirine, îdia dikin ku cotkar heywanên wan didizin û êrîşî wan dikin.