Ferizat Kaya
29 Gulan 2017•Rojanekirin: 30 Gulan 2017
ÎSLAMABAD
Pakistanê li gorî Tirkiyeyê rojek şûnde dest bi rojiya Remezanê kir.
Li kuçeyên Pakistanê kelecana fitara ewil hebû.
Welatiyên feqîr li gorî qaweta xwe çûn sûkên Îslamabadê û ji bo meha Remezanê danûstandin kirin. Hin welatî jî sifreya xwe ya fitariyê bi feqîran re parve kirin.
Li Îslamabadê li kolana sûka Qereçî Kampani kelecana fitarê hebû. Li loqenteyan xwarinên Pakistanê yên bibaharat û bidohn hatin amadekirin. Ji xwarinên ku pakistanî jê pir hez dikin "samosa" û "pakora" eleqeyeke mezin dîtin.