Haydar Şahin
23 Hezîran 2017•Rojanekirin: 23 Hezîran 2017
WASHINGTON
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) diyar kir ku di êrîşa ji hewayê ya li Şebwaya bajarê Yêmenê da Ebû Xattab el Ewlakiyê serokê bajêr ê El Qaîdeyê hat kuştin.
Di daxuyaniya CENTCOMê da hat destnîşankirin ku hêzên DYAyê di 16ê hezîranê da li Şebwaya bajarê Yêmenê operasyon birin ser endamên El Qaîdeyê yên ku di nav wan da Ewekî jî hebû.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di êrîşê da Xattab el Ewlakiyê lîderê El Qaîdeya Nîvgirava Ereban û herdu alîkarên wî hatin kuştin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Ewlakî ji rêvebirên payebilind ê rêxistinê bû, gelek êrîşên terorê bi xwe kiribû û ji bo bêîstiqrariya li başûrê Yêmenê zehf hewl dabû.
Hat ragihandin ku DYAyê êrîş bi hikûmeta Yêmenê û mitefîqên kendavê ra kir.