21 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2016
ANKARA
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu li ser telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry re axivî û diyar kir ku hem Tirkiye hem jî Rûsya dizane ku li paşxana êrîşê Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) heye û der heqê êrîşkar de agahî da mixatabê xwe.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk aliyê DYAyê xwest ku hevdîtin bê kirin û di serê axaftinê de Kerry da zanîn ku ji ber ku Balyozê Enqereyê yê Rûsyayê Andrey Karlov di encama êrîşa çekdarî de hat kuştin gelekî xemgîn in û got ku bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov re jî li ser telefonê axivî û sersaxî dayê.
Wezîr Çavuşoglu di axaftinê de diyar kir ku ji ber bûyera dilsoj a ku duh qewimî Tirkiye jî gelekî xemgîn bû û bi Lavrov re li bendê ye ku cenazeyê Balyoz Karlovê merhûm bigihêje Moskovayê.
Çavuşoglu di axaftinê de ji Kerry re qise kir ku hem Tirkiye hem jî Rûsya dizane ku li paşxana êrîşê FETO heye û der heqê êrîşkar de agahî dan mixatabê xwe.
Di axaftinê de pişt re hevdîtina ku bi mijara Sûriyeyê li Moskovayê hat kirin hat rojevê û Çavuşoglu got ku daxuyaniya hevpar a ku dê di dawiya civînê de bê dayîn mijarên bingehîn ên ku di civînê de li serê sekinîn nîşan didin.