Zeynep Katre Oran
12 Gulan 2024•Rojanekirin: 14 Gulan 2024
ANKARA (AA) - Li peravên eyaleta Chîapasê ya li ser sînorê Guatemala û Meksîkayê bi mezinahiya 6,4an erdhejek pêk hat.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdheja li Meksîkayê 17 kîlomêtro li başûrê rojavayê herêma Brisas Barra de Suchiateya eyaleta Chîapasê ye.
Erdheja ku 75,4 kîlomêtro di binê erdê de pêk hat li welatê cîran Guatemalayê jî hat hîskirin.
Piştî erdhejê hişyariya "tsûnamiyê" nehat dayîn, der barê mirî, birîndar, zirara mal û halê da jî tu agahî nehat dayîn.