İbrahim Atmaca
01 Tebax 2018•Rojanekirin: 01 Tebax 2018
ANKARA
Li nêzî bajarê kevnare Machu Picchu yê Perûyê du tren li hev ketin û 23 kes birîndar bûn.
Li gor nûçeya çapemeniya Perûyê rayedarên polêsan gotin ku nêzî Machu Picchuyê treneke ku turîst tê da bûn, li trena pêşiya xwe daye û di qezayê da 23 kes birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê şandin cihê qezayê û der heqê qezayê da lêpirsîn dan destpêkirin.
Li Perûyê her sal bi hezaran turîst Machu Picchuya ku ji şaristaniya Înkayê maye ziyaret dikin.