İbrahim Özcan
23 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2024
KILÎS (AA) - Li Kilîsê wesayîta bêtonê û wesayîtek li hev qelibîn, 2 kes mirin.
Mîksera bêtonê ya ku şofêrê wê A.O. û plaqeya wê 79 EB 816 e û wesayîta ku şofêrê wê A.S. û plaqeya wê 79 DE 266 e li ser rêya Kilîs û Hatayê li hev qelibîn.
Ekîbên AFAD, agirkuj, tenduristî û cendirmeyê hatin cihê qezayê.
Hat tesbîtkirin ku şofêr A.S. û M.G. yê li cem wî di wesayîtê da bû mirine.
Ekîban cinazeyê wan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Alaeddîn Yavaşçayê.