Muhammet Kurşun
04 Hezîran 2017•Rojanekirin: 04 Hezîran 2017
LONDRA
Hat îddiakirin ku li Pira Londrayê ya ku li paytextê Ingîltereyê Londrayê ye, minîbusekê ajot ser xelkê.
Li gor daxuyaniya polêsê Londrayê tîma polêsan û wezîfedarên bihawarçûnê bi bûyera ser Pira Londrayê eleqedar dibin.
Polês der barê hûrgiliyên bûyerê de agahî neda, lê li parvekirinên ser medyaya civakî hat îddiakirin ku minîbusek bi leza kîlometre diçû ajot ser peyayên li ser peyareyê dimeşiyan.
Li gor daxuyaniya Xizmetên Ambûlansê li Londrayê jî hişyarî hat dayîn ku mudaxele li bûyerê tê kirin û bila kes neçe wê derê.
Rêxistina Veguhastina Londrayê jî diyar kir ku "bûyereke mezin ya polês pê re eleqedar dibin heye" û loma pir ji bo trafîkê hatiye girtin.