ŞAM
Hat ragihandin ku li navçeya Qamişloya girêdayî bajarê Hesekê ya ku li bakûrê Sûriyeyê, bi wesayîtên bombebarkirî êrîşa xwekujiyê hat kirin. Di êrîşê de 6 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li herêma Tayê ya li li navçeya Qamişloya girêdayî bajarê Hesekê ya ku li bakûrê Sûriyeyê bi wesayîtên bombebarkirî êrîşa xwekujiyê hat kirin. Li gor tespîtên ewilîn di êrîşê de 6 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Di vê navberê de televîzyona dewleta Sûriyê jî êrîşa xwekujiyê rast derxist û da zanîn ku di êrîşê de gelek kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Ji hêla din ve di daxuyaniya ku Konseya Şoreşa Giştî ya Sûriyê (SRGC) da de hat ragihandin ku li Qamişloyê navendeke ku milîsên "şebîha"yê li wir heye bi wesayîtên bombebarkirî êrîş hat kirin. Di êrîşê de gelek kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.