Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê êrîşa biçek hat kirin û encamê de 3 leşker cangorî bûn.
Li gor agahiyan 3 leşkerên ku di Qereqola Harunan a li ser rêya Şemdînlî-Yuksekovayê wezîfedar bûn, li ser Kolana Cengîz Topelê ji hêla 2 kesên rûpêçayî ve rastî êrîşê hatin.
3 leşkerên ku birîndar bûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê digel midexeleyan mirin.
Li navçeyê tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin hildan.