Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê Mehmet Emîn Dagli daxuyanî da nuçegihanê AAyê û got berê du rojan guleyeke hawanê li malekê ket û mirovek mir.
Dagli diyar kir li herêma rasûlaynê pevçûn zedêbûne û wiha got: "Gelek caran gule û perçeyên şarapnelan li bajarê me dikevin. Ji bo ku tu tişt neyê serê xwendekaran me rojeke din jî navber da perwerdeyê."
Li herêma Rasûlaynê ji ber pevçûnan di 28ê cotmehê de jî dibistan ketibûn betlaneyê.