20 Hezîran 2016•Rojanekirin: 21 Hezîran 2016
HELEB/HASEKE
Li Munbîça navçeya Heleba Sûriyeyê, PYDya milê PKKya rêxistina terorê mafên sivîlan bi îdiaya ku bi DAEŞa rêxistina terorê ra bûne yek binpê dike.
PYD bi alîkariya Koalîsyona Ereban a Sûriyeyê (KES) ya ku DYA piştevaniya wê dike, hewl dide ku li aliyê rojavayê Firatê qada xwe firehtir bike.
Rêxistin li herêmê zorê dide ciwanên ku dikarin çek hildin û bikarbînin ku bikevin nav refên wan, herwiha yên ku li hemberî wan serî radikin jî didin tirsandin, gefan li wan dixwun, dibêjin em ê xaniyê we hilweşînin...Rêxistin hin kesan jî li gorî kêfa xwe digire.
Li gor agahiyên ku nûçegihana AAyê ji çavkaniyên herêmî hilda, li Ûm Adam, Doşan, Cessane, Dedata dikevin bakûrê Munbîçê û li gundê Hîrbet El Rûs û Kabîrceya dikevin başûrê herêmê bi dehan sivîl bela sebeb hatin girtin. Bi taybetî li herêma Ûm Adamê malên gelek kesan bi îdiaya ku bi DAEŞa rêxistina terorê ra tevkariyê dikin, hatin talankirin. Milîtana li herêmên cuda cihên kontrolê çêkirine, sivîlên ku ji ber şer direvin li van deran didin sekinandin û hemî pere û tiştên biqîmet ên bi wan ra ji wan distînin.
2 qîzên ereb ên ku YPJya milê PYDyê ji gundê Doşan û Tvalê revandibûn û biribûn Kobaniyê winda ne. Heta niha derbarê wan da tu agahî nehat hildan.
-Kuştinên bela sebeb
PYD li gundên ku dixe bin kontrola xwe, hin kesan bi hinceta dibe ku endamên DAEŞa rêxistina terorê bin dikuje.
Ji vana yek Kalo Kil Hassan e, wêneyê wî di organên çapemeniya PYDyê da hatibûn weşandin. Muhammed Kil Hassanê birayê Kalo ji nûçegihana AAyê ra xeberda got ku PYDyê ji ber cil û bergên ku li xwe kiribûn ew kuşt. Hassa bal kişand ku tu têkilya wî bi DAEŞê ra tune ye, digel vê yekê milîtanan wêneyê birayê min girt û li ser malperên medyaya civakî wekî "emirê ji Tûnûsê yê DAEŞê" weşand. Hassan got ku li herêmê 5 kesên din jî bi vî awayî hatine kuştin.
-Li Hasekeyê ji cotkaran xeracê distînin
Rêxistin, qanûna reforma ji bo axê ya ku dewleta Sûriyeyê kir rewacê wekî hincet nîşan dide û ji cotkaran ji sedî 10ê ber distîne. Dewleta Sûriyeyê di çaçroveya "qanûna bi nimreya 161ê" di sala 1958an da ji xwediyên ereziyên mezin erezî sitandibûn û qismekî van ereziyan li cotkarên xwedî ereziyên biçûk belav kiribû û ji van cotkaran xwestibû ku ji sedî 10ê berê xwe bide xwediyê ereziyên mezin.
Li gor agahiyên ku nûçegihana AAyê ji şêniyên navçeya Kîrkîlîkî, Gul Aga û Deyrika ser Hasekeyê hildan, PYDyê hefteya borî ji xwedî ereziyan ra got ku ji vir û pê va ji sedî 10ê ber wê wekî bacê ew kombikin.
-Li herêmê hin cotkar li hemberî PYDyê li ber xwe didin
PYD ji par va li Tel Abyad û Kobanê herêmên ku xistiye kontrola xwe, zorê dide miletê, bi darê zorê çek dide hin kesan, hin malbat ji ber zilm û zordestiya PYDyê mecbûr dimînin ku koç bikin, hin kesan dikuje. Ev îxlalkirinên mafên mirovan ketibûn lîsteyên rêxistinên navneteweyî jî.