20 Hezîran 2016•Rojanekirin: 21 Hezîran 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim wiha got: "Me guhên xwe ji hewarên ku ji çar aliyên dinyayê va têne ra negirtin, emê negirin jî. Lewra em hêviya mezlûman e, lewra em Tirkiye ne."
Yildirim bi minasebeta "Li Dinyayê Roja Penaberan" li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek parve kir.
Serokwezîr Yildirim di peyama xwe da wiha got:
"Me ji kesên ku xwestin em destê alîkariyê dirêjî wan bikin pirsa dîn, bawerî, nîjada wan nekir. Em ê îro jî sibê jî li bal wan bin. Me guhên xwe ji hewarên ku ji çar aliyên dinyayê va têne ra negirtin, emê negirin jî. Lewra em hêviya mezlûman e, lewra em Tirkiye ne."
Yildirim digel vê peyamê wêneyeke ku li kampa milteciyan a li Islahiyeya navçeya Gazîentabê hatiye girtin jî parve kir. Di wêneyê da çend zarokên ku li ber Çadira Kizilaya Tirkiyê sekinîne û dikenin hene.