Zana Natık Kerem
14 Adar 2017•Rojanekirin: 14 Adar 2017
MÛSIL
Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de gundek û nîştingehek li rojavayê bajêr hatin kontrolkirin.
Yek ji Fermandeyên Operasyona Rizgarkirina Mûsilê General Ebdulemîr Yarullah ragihand ku di şerê rastê Mûsilê de pêşdeçûna wan berdewam e û DEAŞ nikare xwe li ber wan bigire.
Yarullah got gundê Cifal û nîştingehek li nahiyeya Badoşa bakurê rojavayê Mûsilê hatin rizgarkirin û alaya Iraqê hat bilindkirin.
Herwiha ragihand ku di kontrolkirina van deveran de DEAŞê ziyaneke mezin a maddî dîtiye.