14 Adar 2017•Rojanekirin: 14 Adar 2017
ANKARA
Sivilên ku li Sûriyeyê bûn şahidê êrîşên çekên kîmyewî yên rejima Beşar Esed bang kirin ku bila berpirsyar di qada navneteweyî de bên darizandin.
Kesên ku li taxên rojhilatê Helebê dijîn di meha çileya paşîn de ji ber êrîşên rejima Esed û komên terorîst ên ku piştgiriya wî dikin, malên xwe terk kiribûn.
Gelê sivîl ê Helebê niha dixwaze ku sûcên şer ên ku rejima Esed bila bên belgekirin û ew bê darizandin.
Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (HRW) raporek amade kir û bi belgeyan ve nîşan da ku di navbera 4ê îlona 2016an û 22yê çileya paşîn a 2016an de li taxên Helebê çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Sivîlên li Helebê dijîn û ev agahî wek şahid dane rêxistinê ji nûçegihanê AAyê re axivîn.
Osman el-Xidr (34) ê ku li taxa Tariq el-Babê ya rojhilatê Helebê dijî û tesîra çekên kîmyewî li ser wî çêbûye got ku divê rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî (NY) gavan biavêjin ku komkujiya Esed a ku 6 sal in dewam dike dawî bibe û ew bê darizandin.
Xidr wiha axivî:
"Me rêxistineke hiqûqê ya serbixwe heye. Em li Sûriyeyê ewil delîlan kom dikin û bi yek yek dikin dosye. Înşellah ev dosye wê bigihêne ber destê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî û yên sûcdar bên darazandin. Li Sûriyeyê heta yên sûcdar neyên darazandin aştî nabe."
- "NYê ji bikaranîna çekên Esed yên kîmyewî re dengê xwe dernexist"
Micahid Ebû Cudê mexdurê çekên kîmyewî got ku wan ev êrîş bi belgeyan îspat kirine û wiha axivî:
"NYê ji bikaranîna çekên Esed yên kîmyewî re dengê xwe dernexist. Esed jî bikaranîna van çekan êrîşên xwe dewam kir. NYê li Sûriyeyê bikaranînan xaza sarînê şermezar kir lê vê dorê Esed dest bi xaza klorê kir. Xaza klorê jî di lîsteya NYê ya bijehr de ye. Lazim e NYê nehêle ev xaz bên bikaranîn û Esed jî bidarizîne."