2015 ж. 06 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 06 қараша
QAHIRE
Hat ragihandin ku ji hefteya borî vir ve baraneke guj li bajarên El-Bûhayra û El-Xarbiyyeya ku li ser devê Çemê Nîlê ne dibare û hejmara kesên ku ji ber bahoz û barana guj mirin derket 17yan û heta niha 28 kes jî birîndar bûn.
Li Misrê ji ber bahoz û barana guj hejmara kesên ku mirin derket 17yan û 28 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tendûristiyê ya Misrê daxuyanî da û diyar kir ku ji hefteya borî vir ve ji ber barana guj li bajarê Bûhayrayê 15 kes mirin û 27 kes birîndar bûn û di heman bahozê de li bajarê Xarbiyyeyê jî 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi hezaran avahî, mal û dikanê zirar dît û bahoz herî zêde li Îskenderiyeyê bi tesîr bû. Li paytext Qahireyê jî ji ber baran û bahozê ceyran çû û seferên metroyê demekê sekinîn.