2015 ж. 06 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 07 қараша
WASHINGTON
Serokê DYAyê Barack Obama, got îhtimal heye ku bombe bûbe sedema ketina wê balafira rûs ya li Misrê.
Obama di hevpevînekê da ji bo hin radyoyên mehellî ku li DYAyê weşanê dikin, di bersiva pirsyara der barê wê balafira rûsî ku hefteya çûyî li nîvgirava Sînayê ketibû xwarê da got, "îhtimal heye ku bombe bûbe sedema ketina wê."
Obama amaje bi wê yekê jî da ku îstixbaratên di destê wan da têra piştrastkirina sedema ketina balafirê nake û got, "Rêwşûnên ewlekariyê yên wê herêmê ji yên DYAyê cuda nînin. Heta em bigihêjin qinyateke misoger, emê vekolînên xwe bikin. Em bîr li îhtimala bombeyê jî dikin, ku bûbe sedema ketina vê balafirê."
Di nûçeyên ku duhê di medyaya DYAyê da belav bibûn û çavkanî digerandin bal rayedarên amerîkî da amaje bi wê yekê kiribûn ku zanyariyên îstixbaratê di destê wan de hene ku îhtimal heye DAEŞê bombe xistibe nav balafirê.
Balafira ser bi şîrketa Esmanî ya Rûsî Kogalimavia (Metrojet), roja şemiyê bi mebesta ji Şarm el Şêxê biçe St. Petersbûrgê, piştî ku ji balafirgehê rabû piştî demeke kurt li nîvgirava Sînaya Misrê ketibû xwarê. Di nava balafirê da 217 rêwî ku 17 ji wan zarok bûn û 7 karmendê balafirê hebûn.