Abdullah Tel
15 Mijdar 2017•Rojanekirin: 15 Mijdar 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekir, Bedlîs, Sêrt, Batman, Mêrdîn, Elezîz, Meletî, Adiyeman, Hekarî, Wan û Şanliurfayê di 5 salên dawîn da ji 450 kesên hêj li heyatê bûn û gurçikê xwe bexişandin 253 kes ji wan jin bûn.
Li seranserê welêt 59 hezar û 378 kes ji ber têrnekirina gurçikê wek mehkûmê diyalîzê dijîn. Ji wan nexweşan 21 hezar û 536 kes li hêviya gurçika li wan bê sekinî ne û bi wê hêviyê dijîn. Kesên li benda gurçikê disekinin hin caran mizgîniyê ji xizmên xwe distînin û hin caran jî ew mizgînî qet ji kesekî ku nas nakin ji wan ra tê.
Navenda Koordînasyona Herêma Neqilkirina Ezayan a Diyarbekirê ku ji 12 bajarên li serê ne niha 3 hezar û 568 kes bi diyalîzê tên tedawîkirin û hezar û 599 kes jî li benda gurçika ku wê li wan bê ne. Bi piranî kesên ezayên xwe bexiş dikin xizmên hev in û ji wan jî piranî jin in.
Di 5 salên dawîn da ji 450 kesên li Diyarbekir, Belîs, Sêrt, Batman, Mêrdîn, Elezîz, Meletî, Adiyeman, Hekarî, Wan û Şanliurfayê ku hêj li heyatê bûn û gurçikê xwe bexişandin 253 kes ji wan jin bûn.
- "Bila nebe xwelî bi kêrî kesekî din bê"
Midûrê Tendûristiyê yê Diyarbekirê Mehmet Saît Avar der heqê mijarê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li gor daneyên di destê wan da li herêmê herî zêde jin ezayên xwe bexiş dikin.
Avar destnîşan kir ku di xebatên ew li herêmê dikin da dertê holê ku jin di mijara bexişandina ezayan da ji mêran zêdetir hesas in û wiha pê da çû:
"Em ji dayikên xwe ji malbatên xwe hêvî dikin ku ezayên xizmên xwe yên ku êdî mêjiyê wan îflas kirine bexiş bikin. Hêviya me ew e ku ew hesasiyeta jinan bi mêran ra jî hebe."