Muhammed Emin Canik
30 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2025
Li Nîvgirava Kamçatkayê ya li rojhilatê Rûsyayê bi mezinahiya 8,8an erdhej çêbû.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê 119 kîlomêtro li başûrê rojhilatê bajarê Petropavlovsk-Kamçatskyê ya li nîvgiravê ye.
Piştî erdheja li rojhilatê Rûsyayê ji bo qeraxên Californiaya Amerîkayê hişyariya tsunamiyê hat dayîn
Hat gotin erdhej 20 kîlomêtro di binê erdê da çêbûye û mezinahiya wê jî 8,8 e.
Li herêmê paşê erdhejên din yên ku mezinahiya wan 6,9 û 6,3 ye jî çêbûn.
Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hat dayîn.