Önder Beyter
17 Gulan 2020•Rojanekirin: 18 Gulan 2020
MOSKOVA (AA) - Li Rûsyayê hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin derket 2 hezar û 631an, ya pêketiyan jî derket 281 hezar û 752yan.
Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Rêgiriyê ya Enfeksiyona Vîrusa Koronayê ya Rûsyayê, li welêt di 24 saetên dawîn da di 9 hezar û 709 kesên din da jî vîrus hat tesbîtkirin û bi vî awayî hejmara pêketiyan derket 281 hezar û 752yan.
Li welêt hejmara miriyan 94 zêde bû û derket 2 hezar û 631an, ya kesên baş bûn jî 4 hezar û 207 zêde bû û derket 67 hezar û 373yan.
Li Rûsyayê rêjeya zêdebûna rojane ya pêketiyan wekî 3,6 hat ragihandin û her wiha hat destnîşankirin ku ji pêketiyên nû di sedî 42,4an da sempton naxuyên.
Li gorî malpera Worldmeterê, hejmara giştî ya pêketiyan a Rûsyayê ji ya Îspanyayê derbas bû û piştî Amerîkayê, welatê duyemîn e ku hejmara pêkiyan herî zêde ye.
Li paytext Moskovaya ku navenda şewbê ye, hejmara pêketiyan 3 hezar û 855 zêde bû û derket 142 hezar û 824an, ya miriyan jî 71 zêde bû û derket 1503yan.
Hat destnîşankirin li bajêr bi tevahî 27 hezar û 490 kes jî baş bûn.
- Zêdetirî 262 hezarî kes di bin çavdêriyê da ne
Di daxuyaniya Sersîva Parastina Tenduristiya Însanan û Mafên Xerîdaran a Rûsyayê da hat ragihandin ku hejmara testên ku heta niha hatine kirin ji 6 milyon û 900 hezarî zêdetir e.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku qedera 262 hezar û 666 kes jî di bin çavdêriyê da ne.