İbrahim Atmaca
17 Gulan 2020•Rojanekirin: 18 Gulan 2020
Balyozê Îsraîlê yê Çînê Du Wei (58), di rezîdansa xwe ya li bajarê Herzîlyayê ku dikeve bakurê Tel Avîvê da mirî hat dîtin.
Wezareta Karên Derva ya Îsraîlê mirina Du Weiyê Balyoz piştrast kir, lê der barê bûyerê da agahiyên berfireh neda.
Polêsan ji bo mirina Balyoz lêpirsîn da destpêkirin.
Çapemeniya Îsraîlê daxuyand ku di tedqîqa pêşîn a ku polêsan kir da di bedena Wei da dewsa lêxistinê tunene, wisa dixûyê ku qelbê balyoz sekiniye û wisa miriye.
Du Wei, di meha sibatê da ji bo Îsraîlê wek balyoz hatibû tayînkirin.