Hat ragihandin ku li Sûriyeyê yekîneyên artêşa di bin emrê Esed de, di operasyonên ku li bajarên cuda li dar xistin de 47 kes kuştin.
Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) hêzên rejimê ji hewa û bejayê ve êrîşî herêmên ku li dijî rêveberiyê ne kirin. Di êrîşan de li Heleb, Deyru'z Zor, bajarokên paytext Şamê, Dera, Hums, Îdlib û Hamayê 9 jê zarok 8 jê jin bi tevahî 47 kes hatin kuştin.
Ajansa Press Şehbayê ya muxalifan diyar kir ku yekîneyên Eniya Îslamî di dafika ku li Helebê danîn de gelek leşkerên rejimê kuştin. Ajansê destnîşan kir ku helîkoptêrên artêşê seranserê rojê bombeyên warîlê avêtin ser herêmên ku di bin kontrola muxalifan de ne.