Ömer Koparan
21 Adar 2026•Rojanekirin: 21 Adar 2026
Li Şama paytextê Sûriyeyê, Cejna Newrozê ya mizgîniya hatina biharê ye, hat pîrozkirin.
Li Taxa Rukneddîn ku piraniya şêniyên wê Kurd in, ji bo pîrozbahiya Newrozê bi sedan Sûriyeyiyan cilûbergên kevneşopî li xwe kirin û li ber muzîkê govend gerandin.
Her wiha meşaleyên ku nîşaneya Newrozê ne hatin vêxistin û meş hat lidarxistin.
Beşdarên ku hatina biharê û vejîna siruştê pîroz kirin, peyamên yekîtî û aştiyê dan.