WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYAyê Jen Psakî: "Der barê Sûriyê de, ji xeynî ku leşkerên Amerîkayê têkevin Sûriyê, li ser hemû alternatifan tê axaftin."
Psakî di civîna çapemeniyê ya rojane de pirsên der barê li Sûriyê bikaranîna çekên kîmyewî de bersivandin.
Psakî diyar kir ku Amerîka ji ber li nêzîkî Şamê bikaranîna çekên kîmyewî û mirina mirovan di nav fikarê de ye û got Amerîkayê bi awayekî fermî serî li YEyê da ku bi lez îdia bên lêpirsîn.
Psakî dest nîşan kir ku koma lêpirsînê ya YEyê niha li Sûriyê ye. Ji bo ku hewldanên YEyê bi watedar bibin, divê bi lez xwe bigihîne malbatên miriyan û li ser kesên ku bandordar bûne lêkolînan bike. Divê hikûmeta Sûriyê tevli mijarê nebe û ji bo wan hemû şert û mercên hewce pêk bîne. Lewra encax piştî lêkolînê dê her tişt zelal bibe."
"Rûsya dibêje ku ev wek provakasyonekê xuya dike û vê sibê terorîstan roketeke bi destan çêkirî ya bijahr avêtine. Hûn dê der barê vê de çi bibêjin?" Li ser vê pirsê Psakî wiha got: "Kê bi kar anîbe bila bine, em piştgiriyê didin raporên lêpirsînên çekên kîmyewî. Heke sûcê rejima Sûriye tunebe, divê bêyî qedexekirin û veşartin, destûrê bide ku lêpîrsin bên kirin."