Sevim Hatun
21 Mijdar 2017•Rojanekirin: 23 Mijdar 2017
ŞANLIURFA
Serokê Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê Balyoz Christian Bergerê tevî 24 balyozan ji bo hin hevdîtina bike hatibû Şanliurfayê beşdarî "sira gecesî"yê bû û bi stran û kilamên Şanliurfayê kêf kirin.
Serokê Delegasyonê Berger tevî lijneya gel xwe beşdarî bernameya li hêwana otolekê ya di hundirê şikeftê de bû. Bernameya Şevê ya bi tevkariya Walîtiya Şanliurfayê û Şaredariyê ve hat amadekirin bi kêf û coş derbas bû.
Di destpêka bernameyê de bi ingilîzî der heqê çanda bernameyê de agahî hatin dayin.
Piştî agahiyê ekîbê kilam û stran gotin, di vê navberê de hin balyozan govend girt.
Şîvên herêmî û çîg îkramî balyozan kirin.
Serokê Delegasyonê Berger ji bo bernameya şevê spasiya Waliyê Şanliurfayê Abdullah Erin û Şaredarê Şanliurfayê Nîhat Çîftçî kir.