Haydar Şahin
21 Mijdar 2017•Rojanekirin: 22 Mijdar 2017
RIYAD
Hat ragihandin ku civîna mixalefeta Sûriyeyê ya dihat plankirin sibê li Riyada paytextê Erebistana Siûdî bê kirin paşda hat avêtin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, civîna mixalefeta Sûriyeyê ya ku dihat plankirin di navbera 22 û 24ê mijdarê da bê kirin paşda hat avêtin.
Tê îdiakirin ji ber ku di navbera mixalifan da îxtilaf hene û do jî ji ber vê Riyad Hîcabê Kordînatorê Komîteya Bilind a Mizakereyê û serokên hin komên mixalif îstifa kirin civîn paşda hat avêtin.
Tê gotin ku hin mixalif gihîştin Riyadê, ji bo civînê li ser mijarên bi îxtilaf diaxivin, çaxê pirsgirêk bên çareserkirin civînê bi beşdariya berfireh were kirin.
Meqamên Erebistana Siûdî der barê mijarê da hê daxuyaniyeke fermî nedan, tê gotin heke pirsgirêk bên şareserkirin civînê hefteya pêşiya me bê kirin.
Hikûmeta Erebistana Siûdî di daxuyaniya hefteya borî da diyar kiribû ku di navbera 22 û 24ê mijdarê da li Riyadê civîna mixalefeta Sûriyeyê ya berfireh ew ê were kirin.